Antolojiya Dengbejan 3 Dengbej Huseyno

Stok Kodu:
9786059413978
Boyut:
135-195-0
Sayfa Sayısı:
1
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2023-03-29
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Türkçe
14,75
9786059413978
767973
Antolojiya Dengbejan 3 Dengbej Huseyno
Antolojiya Dengbejan 3 Dengbej Huseyno
14.75
Di derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam/muzîk bin lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwebixwe li dar e! Çêyiya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên Kurd bikin berhevkirin û jihevveçirandina hikayet metafor peyv û deqên di edebiyata devkî de ne. Dengbêj Huseyno dibêje: "Terz û meqama Reso lihevanîna Şakiro û dengê min!" Wek ku gorbihuşt jî gotiye bawer im taybetmendiya Huseyno ya herî berbiçav dengê wî yê bişewat û bilind e. Qey tu dibê di qirika Huseyno de ne têlên deng lê tendûrek dişixule û peyv bi nalenal û zarezarê xwe jê diavêjin der! Huseyno kirasê dengbêjiya xwe ji lorînên jinan biriye. Bi awaza xwe ya bilind û bi form û qalibê vegotina jinan re terzekî nû yê ku texlîdkirina wî zehmet e afirandiye.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat