9786256605695
881838
https://www.hesapli24.com/ilme-belaxete-bi-kurdi-ciltli
İlmê Belaxetê bi Kurdî (Ciltli)
25.03
Belaxeta ku di nav edebiyata Îslamî de beramberî retorîka Yewnanî tê û
beşeke girîng a zanista estetîkê ye wek têgeh wateya gotina fesîh (gotina
zelal, rast û spehî) û muqtedayê halê (gotina ku guncawî rewşê be) dide.
Di serdema klasîk a dîroka Îslamê de zanista belaxetê bi zimanê Erebî
pêşketineke mezin bi dest xistiye. Bi taybetî li erdnîgariya Îranî/Kurdî li ser
belaxeta Erebî berhemên girîng hatine telîfkirin. Di serdema klasîk de Kurdî
nebûbe zimanê zanista belaxetê jî edebiyatvanên Kurd di medreseyan de bi
rêya zimanê Erebî fêrî belaxetê bûne û bi têgehên wê yên Erebî re aşînayî
peyda kirine. Wergirtina perwerdeya belaxetê di peydabûna edebiyata Kurdî
ya klasîk de roleke serekî lîstiye. Ji ber ku babetên belaxetê (wek teşbîh,
mecaz, îsti‘are, cînas, tekrîr û hwd.) taybetê bi zimanekî nînin û wateya wan
di hemû zimanan de yek e; feqî û melayên Kurd ên ku hînî belaxeta Erebî
bûne bi hêsanî rêzik û rêbazên wê li ser zimanê xwe tetbîq kirine. Lewma di
dîroka edebiyata Kurdî de belaxet li ba nûnerên helbesta Kurdî ya klasîk
jêdereke esasî ya dahênana edebî ye. Berhema herî navdar û karîger a
belaxeta Erebî ku ji sedsala çardehem şûnda di medreseyên Fars, Kurd û
Tirkan de hatiye xwendin Muxteseru'l-Me‘aniya Se‘dedînê Teftezanî (m. 1390)
ye. Seydayên Kurd bi saya vê berhemê di zanista belaxetê de pisporiyeke tam
bi dest xistine.
Vêca Mela Seîd Dundarê ku yek ji van seydayan e ji vê berhema Teftezanî ya li
ser belaxetê îlham wergirtiye û li ser bingeha wê bi Kurdiya Kurmancî ev
berhema belaxetê ya li ber destê we (Ilmê Belaxetê bi Kurdî) amade kiriye.
Mela Seîd ji bilî berhema Teftezanî ji çendîn xebatên nûjen yên belaxeta Erebî
jî sûd wergirtiye û mijarên erûz û qafiyeyê jî li mijarên belaxetê yên serekî
(me‘anî, beyan, bedî‘) zêde kirine û bi vî awayî kadroya belaxetê di nav yek
bergî de kom kiriye. Tişta herî xweş û girîng jî, nivîskar di hemû mijaran de
piştî nimûneyên Erebî ji helbestvanên Kurd jî nimûne dane û bi vî awayî li
kêleka belaxeta Erebî belaxeta Kurdî jî fêr kiriye.
Ilmê Belaxetê bi Kurdî, dê di nav lîteratora belaxeta Kurdî de cihekî taybet
bigire û di vê qadê de jî valahiyeke mezin tijî bike. Ev berhem bi taybetî dê
fêmkirina hêmanên belaxetê yên ku bi hemû şêweyên xwe di metnên edebî
yên Kurdî de hatine cîbicîkirin gelekî hêsan bike. Ji bo ku analîzeke tam û
dirust li ser wan metnan bê kirin, pêwîstiyeke zêde ya feqî û seydayên
medreseyan, xwendekar û mamostayên zanîngehan û nivîskar û vekolerên
edebiyata Kurdî bi vê berhemê heye.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.