Tarîxa Dinêserê

Stok Kodu:
9786056609121
Boyut:
135-210-0
Sayfa Sayısı:
1
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2023-07-13
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
8,20
9786056609121
806858
Tarîxa Dinêserê
Tarîxa Dinêserê
8.20
Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajarana bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin. Lêbelê, li perîferiya împaratoriyan gelek bajar hene, di warê ilmî, çandî, aborî û siyasî de hîç ji van bajarana kêm nîn in. Bajarên Mezopotamyaya Bakur yên ku kurd lê niştecih in tu demê eleqeya heq dikin nedîtine. Dîroknûsiya serdest ku bi refleksek or­yantalîst û kolonyalîst dîroka xwerêxistinkirina kurdan a bajarî, siyasî û civakî; bi giştî bi gund, çiya, eşîr, koçberî û çolteriyê pênase dike, kurdan bi taybetî ji jiyana bajarî û aîdiyetên wê yên çandî, ilmî û siyasî bêpar û mehrûm dihêle. Ji ber vê nêrîna serdest, dîroka gelek bajarên kurdan ên qedîm an nehatiye nivîsîn an jî li ser tarixa milletên din hatiye hesibandin. Gelek destxet û belgeyên têkildarî dîroka bajarên qedîm yan li refên arşîvan de li benda rizînê hatine hiştin, yan jî bi zanatî hatine/têne tehrîfkirin. Ev berhema ber destê we, xebateke xwedî taybetiyeke wiha ye. Biçûk be jî dixwaze parçeyek muhîm yê dîrokeke qedîm ji tunebûn û rizînê xilas bike. Tarîxa Dinêserê hem ji bo xwendevanên ‘jirêzê' yên eleqe nîşanî dîroka serdema navîn a kurdan û Îslamê didin, hem jî ji bo dîroknas û lêkolîneran berhemeke muhîm e.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat