Sê Sirgûnên Peymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn Û Mesûd Fanî

Stok Kodu:
9786256963313
Boyut:
135-210-0
Sayfa Sayısı:
1
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2023-07-13
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
10,12
9786256963313
806781
Sê Sirgûnên Peymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn Û Mesûd Fanî
Sê Sirgûnên Peymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn Û Mesûd Fanî
10.12
Sê Sirgûnên Peymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd Fanî, yek ji rêzeyê xebata bîyografîya navdarên Kurd e ku mêj ve li ser dixebitim. Di vê kurte pêşekîyê de naxwazim gotinê dirêj bikim, tenê dixwazim li ser Peymana Lozanê çend hevokan rêz bikim. Hevdîtinên Peymana Lozanê, di 21ê Çirîya Paşîn a sala 1922an de dest pê kirin, nêzê sal û nîvek dewam kirin û di roja 24ê Temûza 1923an de peyman hate îmzekirin. Peyman di bin bandor û gefên belavbûna Şoreşa Bolşewîk de hate îmzekirin û bi îmzekirina vê peymanê bakurê Kurdistanê di nav sînorên Komara Tirkiyê de maye. Di peymanê de rasterast hîç behsa mesela Kurdistanê nehatîye kirin û bi tevî ku ji dewletên hevpeyman gelek îmzekar hene lêbelê bi navê “Mesela Mûsilê”, gengeşîya li ser dahatûya başûrê Kurdistanê, esasen di navbera hikumeta nû ya Tirkiyê û Brîtanyayê de dewam kirîye. Hikumeta Anqerê dixwest bi ser Mesela Mûsilê re îhtimala bidestxistina hinek mafên netewî yên başûrê Kurdistanê pûç bike, ne ku Mîsaqê Mîllî biparêze. Lewra di wê hengameyê de, zagona dewleta nû ya Iraqê dihat amadeSê Sirgûnên P 12 eymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd Fanî kirin û armanc ev bû ku ji alîyê sîyasî ve di vê zagonê de ji bo miletê Kurd hîç maf û statûyekî neyê qebûlkirin.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat