Memê û Zînê

Stok Kodu:
9786256605145
Boyut:
135-210-
Sayfa Sayısı:
144
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2024-01-02
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
9,37
9786256605145
828351
Memê û Zînê
Memê û Zînê
9.37
Folklor û mîtolojiya rehên ziman û miletan in ku bi qasî geşbûna destan, efsane û hikayetan ew milet dertêne ser rûyê dinyayê. Destana Memê Alan yek ji wan e ku rehên wê hezar sal in. Wekî di Şahnameya Kurdî de behsa Rustemê Zal bi çendîn cûreyan tê kirin, her wisa destana Memê Alan jî bi çend şiklan hatiye gotin û bi dengbêjkî jî hatiye stran. Her wisa di zargotina Kurdan de nexasim Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl û helbet Qanatê Kurdo ev destan jî qeyd û zebt kirine çawa ku Roger Lescot ji çend dengbêjan heman destan derbasî nivîsê kiribû. Ehmedê Xanî yê direwşen, berhema Mem û Zîn li ser vê destanê bi cîhanbîniya xwe ava û ebedî kir.Emînê Evdal, Memê û Zînê zehf di cî de wekî Poêma Cimaeta Kurd bi nav kiriye. Wî ji lêkolîn, nivîs û bihîstinên xwe ev berhem bi qayde û isûlên nezmê daye rûniştandin. Emînê Evdal ê etnograf, pedagog, zana û helbestkar, li gel Heciyê Cindî ew kitêba mezin, Folklora Kurmanca, ji havênê zargotina Kurdî rakiribûne ser piyan. Lewma jî ev poêm, ev berhema han e nemir ji destê Emînê Evdal zehf rihet kamil bûye ku piştî deh salan xwe gîhandiye vî berî zimanê me yê qedîm.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat