Guliyên Ji Bêhna Şimamokan

Stok Kodu:
9786057320094
Boyut:
130-195-
Sayfa Sayısı:
80
Basım Yeri:
Ankara
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2023-06-24
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Türkçe
8,44
9786057320094
804745
Guliyên Ji Bêhna Şimamokan
Guliyên Ji Bêhna Şimamokan
8.44
Şevê dev û delingên xwe hildabûn û bi xemla dengê çivîkên ji rojek nû re çavên xwe vekiribûn, pelên dara bîhê ya li hewşê diweşiyan. Dayika guliyên wê hinekirî, çavên xwe yên qerimî bi destên xwe yên hinekirî firkandibû û bi heybetek mezin dîsa berî ku roj hilê li ser piya bû. Dayika guliyên wê hinekirî, dîsa di destpêkê de kitana xwe ya spî û simala xwe ya bi çavên kilkirî dihat parastin, da serê xwe û berê xwe da şibakê. Ji cama şibakê ya ku bûbû şahidê kulên di qermîçekên rûyê wê de asê mabûn, li deqa li ser eniya xwe nihêrt. Erbaneya bi dîwêr hatibû dardekirin jî wekî dirûvên xewnên ji mirinê filitîbin ji cama şibakê xuya dikir. Wekî her berbangê bala çavên qerimî vê carê ket ser goristana ku di nava xwe de sê gorên li ber hevdû, distirand. Dema bala çavên qerimî diketin ser goristanê hêsirên çong li mirov sist dikirin, dihatin xwarê û qirika ku êdî nedixwest êşê daqurtîne, ziwa dibû. Li aliyekî din jî heyranokên li dijî zilma sedan salan serî hildidan, dihatin ser ziman.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat