Dîwan - Îbrahîm Tehsîn Doskî

Stok Kodu:
9786257568920
Boyut:
135-210-0
Sayfa Sayısı:
1
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2023-07-13
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
8,84
9786257568920
806888
Dîwan - Îbrahîm Tehsîn Doskî
Dîwan - Îbrahîm Tehsîn Doskî
8.84
Di pênaseya şi'irê da cudabûneka berçav di boçûnên pisporan da heye; ji ber ku her êk ji wan şi'ir bi wî rengî daye nasîn, yê şi'irê kar pê lê kirî, yan wî karê şi'irê pê dîtî. Belkî sadetirîn pênaseya şi'irê ew bit ku ew gotineka lêkhatî û xwudan kêş û qafiye ye. Û bi rastî metela vê danenasînê bo şi'irê wekî metela wî kesiye yê xaniyekê ciwan û taze ji derve bibînit û şûrha wî ya ji derve bo me salox bidet, bêyî xweşiya wî xanî ya navxweyî bo me bêjit! Û hindekên dî, di pênaseya şi'irê da dibêjin: şi'ir ew gotina şirîn e ya karekê wesa li mirovî diket ku ew pê bihejît. Ew bi xwe eve şûnwarê karlêkirina şi'irê ye, li wergirî, êk ji nîşanên serkeftina wê ye, ne ku rastiya wê ye... Û şi'ir çi bit çi nebit... Ya em dizanîn ew tişteke yê hey û karî li me diket û em pê daxbar dibîn û eger di şiyana me da nebit em pênaseyeka timam û pêkhatî bo wê bidanîn jî, em dişêyn wan sitûnan destnîşan bikeyn yên avahiyê şi'irê xwe li ser digirit û pê li ber çavên me ciwan aşkera bibit.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat